Desteya Tenduristiyê a Rêveberiya Xweser bi biryarekê rêjeya fayideyê kêm kir.
Desteyê rêjeya fayideyê ji sed 28 kir ji sed 10
Desteyê di biryara xwe de eşkere kir ku firqeya 4’an a rêjîma Beis ya berê li ser her yek mitre kap ji dermanên ku tên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê 450 dolarên amerîkî wekî bac ferz kirbû.
Desteyê da zanîn ku ev bac sedema sereke a buhabûna nirxê dermanan li herêmê bû.
Li gorî wê, rêjeya fayideyê ji sed 28 ya depoyên dermanan hate rakirin û bû ji sed 10.
Her wekî wê rêjeya fayideyê a dermansazan wekî xwe bimîne ku ji sedî 25 e.
Desteyê daxuyakirin ku kesên vê biryarê bi cih neynin wê rêkarên qanûnî li ser wan werin sepandin.



