Koçberên Efrînê yên li bajarê Çilaxa bi cih bûne xwest ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku sûc li dijî wan pêk anîne ji Efrînê bên derxistin û gotin:
“Weke hemû sûriyan em jî dixwazin vegerin bajarê xwe.”
Der barê mijarê de dayika şehîd Êrîş Efrîn, Erîfe Ehmed Hemo ku ya ji bajarê Cindirêsê yê Efrîna dagirkirî ye axivî.
Erîfe koçberiya duyemîn a ber bi kantona Cizîrê ve bi ya herî zehmet wesif kir û got:
” Me di rê de ji bilî sermayê gelek zehmetî weke tirs dîtin.”
Erîfe da zaîn ku heta çeteyên ku li dijî wan komkujî pêk anîne dernekevin ew venagerin warê xwe.
Erîfe bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin.
Koçberê bi navê Mistefa Elî jî bang li rêxistinên hiqûqî û hêzên navneteweyî kir ku li bangên xelkê Serêkaniyê û Girê Spî guhdarî bikin û ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarên wan, bixebitin.



