Li ser rêya Erbet-Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê qezaya trafîkê rû da û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê ragihand ku di danê sibehê de qezayek trafîkê li ser rêya Erbet-Silêmaniyê ru da û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hate diyarkirin ku yek ji kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayî, Rojnamevan Wirya Heme Kerîme.
Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber qezayê rê hatiye girtin.



