Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dan zanîn ku dewleta Tirk ji ber destwerdana di nav karûbarên navxweyî yên Sûriyê yasayên navnetewî binpê dike.
Çavdêrên siyasî yên bajarê Silêmaniyê derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û rewşa Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe anîn ziman:
Mihemed Şarbajêrî diyar kir ku xwesteka dewleta Tirk ya serdestiyê û dagirkeriyê nû nîne, ji ber ku ji kevn ve ye û gelê Kurd jî di çarçoveya politikaya xwe ya dagirkeriyê de dorpêç kiriye û got:
Divê em hemû piştgiriya Rojava bikin. Ji ber ku serkeftina Rojava serkeftina Başûre jî.
Her wisa çavdêrê din yê siyasî Omer Elî jî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axivî û wiha anî ziman:
Ji aliyê yasayên navnetewî ve Tirkiye mafê destwerdanê nîne û divê rêzê ji îradeya gelê Sûriyê re, bi taybetî ji Kurdan, bigire.
Eger Tirkiye li pey pêvajoya aştiyê ye, divê helwesteke erênî di navbera Tirk û Kurdan de deyne.



