Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku desteserkirina Şaredariyan û tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye, em ê bêûsiliya qeyûm teşhîr bikin.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş anî ziman ku ji dema desteserkirina şaredariyê û vir ve ew çalakiyan dikin û got:
Ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adara 2024’an û vir ve li 10 şaredariyan darbeya qeyûm hate kirin.
Îradeya gelê Sêrtê cara sêyemîn hate desteserkirin.
Em her roja Înê li dijî qeyûm çalakiyan li dar dixin.
Sofya Alagaş anî ziman ku desthilatdarî naxwaze Kurd xwedî mafekî be, naxwaze xwe bi rê ve bibe û wiha anî ziman:
Em ê li mala xwe rûnenên û nehêlin bêhn bê ber wan.
Êdî em ê her gava wan teşhîr bikin. Ji xwe her gaveke wan bêhiqûqî û desteserkirina maf e.
Hebûna wan a li wê derê bi xwe desteserkirina maf e.
Mînak avahiya xizmetê ya şaredariyê niha veguheriye qereqolê.
Li hewşa wê wesayitên binçavkirinê û hêzên polîsan hene.



