Endama Komîteya Amadekar a Mîtînga bajarê Strasbourg ê Fransayê Nîlufer Koç diyar kir ku dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe û got:”Peyama çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê wê bi vî rengî be, “Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin”.
Ji Cotmeha 2024’an û vir ve nîqaşên li ser mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin.
Tê payin ku ev daxwaz di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi dengekî hîn bilind bê bilêvkirin.
Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka kurd re’ wê li bajarê Strasbourg ê Fransayê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin.
Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Nîlufer Koç li ser çalakiyê axivî û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar kir..
Nîlufer Koç da zanîn ku têkoşîn êdî ji Kurdistanê derbas bûye, bi pêşengiya dostan li tevahiya cîhanê belav bûye û got:
“Navê Rêber Apo ji DYE’yê heta Bangladeşê, ji Kolombiyayê heta Efrîkayê, ji wir jî heta Awûstralyayê li çar aliyên cîhanê belav bû.
Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku polîtîkaya tecrîdkirina Kurdan a bi sîstema Îmraliyê re hatiye şikandin. ”
Nîlufer Koç destnîşan kir ku rêber APO kurd ji sedsala nû re amade kir û wiha anî ziman:
“Di nava 26 salan de Tirkiyê ji her alî ve winda kir.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ji her alî ve bi pêş ve diçe.
Nîlufer Koç: Rêber Apo mifteya çareseriyê pêşkêş dike
Têkildarî çareseriyê jî Nîlufer Koç got:
“Dewleta Tirk ketiye nava tirs û fikaran ku Kurd karibin sûdê ji vê kaosê werbigirin.
Rêber Apo weke ku 32 sal in dibêje, careke din mifteya çareseriyê pêşkêş dike.
Eger Tirkiye vê qebûl bike wê bi rengekî mezin qezenç bike, qebûl neke wê bi rengekî mezin winda bike.”
Nîlufer Koç: ”Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin” wê peyama îsal a 15’ê Sibatê be
Herî dawî jî ji bo çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbourgê Nîlufer Koç ev bang kir:
Em ketine wê demê ku ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bikin.
Rêbertî jî dixwaze bi vê mifteyê hemû pirsgirêkan çareser bike. Wezîfeya me ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê derxîne. ‘Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin’ wê peyama îsal a 15’ê Sibatê be.”



