Rêxistinên jinan ên Îtalyayî diyar kir ku pêwîst e tecrûbeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî Sûriyeyê belav bibe ku edalet û wekheviyê misoger dike.
Şandeyeke ji rêxistinên jinan ên Îtalyayî sardana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tecrûbeya jinan a li herêmê bişopîne, koordîna û hevkariya di navbera jinan de were xurtkirin.
Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser Sîham Qeryo, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û cîgira wê Turfe Osman, seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Edalet Omer û cîgira wê Sewsen El Xelef, şande pêşwazî kir.
Di hevdîtina xwe li Reqayê de çêbûye, koordînasyonê tecrûbeya jinan, destkeftiyên jinan ên ji tevahî aliyan ve, sazûmaniya rêxistinî ya koordînasyonê, xwezaya kar û armancên wê, her wiha hedefgirtina jinên pêşeng ên di saziyên Rêveberiya Xweser de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, nirxandin.
Şandeya Îtalyayî jî kêfxweşiya xwe ji tecrûbeya jinan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anî ziman û got pêwîst e jin di avakirina siberoja Sûriyeyê de beşdar bin ku aştî û îstîqrar li welat misoger bibe.
Şandeyê diyar kir ku divê ev tecrûbe li asta Sûriyeyê û tevahî cîhanê were pêkanîn.
Şandeyê diyar kir ku divê tevahî beşên civaka Sûriyeyê bi taybet jin di avakirina Sûriyeya siberojê û pêvajoya siyasî de beşdar bin, da ku tevahî şêweyên tundî û nijadperestiya li dijî jinan werin bidawîkirin.



