Li hundirê bajarê Minbicê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqîneke din pêk hat, lê tu agahiyên der barê ziyan û windahiyan de bi dest neketin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li nêzî baregeheke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker teqînek çêbû.
Bi vê teqînê ve, di kêmtirî 2 mehan de li Minbic û gundewarên wê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, 11 teqîn çêbûn. Li kêlek wê jî sûcên qetilkirin, revandin û talankirina mal û milkên welatiyan dewam dikin.


