Çavkaniyek ewlekariyê ji Wezareta Karên Hindir ya Iraqê eşkere kir ku li Bexda wesayîtek barhilgir hatiye desteserkirin ku bi milyonan hebên captagon tê de bûn.
Çavkaniyek ewlekariyê ji Wezareta Karên Hindir ya Iraqê eşkere kir ku li Bexda wesayîtek barhilgir hatiye desteserkirin ku 7 milyon hebên captagon tê de bûn.
Her wisa çavkanî da zanîn ku ajokarê barhilgirê hatiye binçavkirin û derbarê bûyerê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Karên Hindir ya Iraqê,
sala 2024’ê li Iraqê 10 hezar kes ji ber tometa girêdayî bikaranîn madeyên hişbir hatin binçavkirin û di heman demê de zêdetirî 5 hezar kes jî hatine darizandin.



