Xelkê bajarê Til Birakê diyar kirin ku çareseriya yekane ya ku Sûriyê ji kirîza heyî xilas bike ku pêkanîna ne navendiyê ye û gel xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Welatiyê bi navê Muhsin El Ehmed bal kişand ser girîngiya pergala ne navendiyê ji bo parastina mafên tevahî pêkhateyan û got:
“Di Sûriyê de Ereb, Kurd, Suryan, Durzî, Elewî dijîn.
Lewma xwespartina li pergaleke ku mafên van tevahî pêkhateyan biparêze divê
Ji bilî pêkanîna Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina xwe îsbat kiriye, tu çare ji vê pirsgirêkê re nîn in.”
Endama Meclisa bajarê Til Birakê Xîtam Hemade jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser azadiya ku gel berê nedîtibû pêşkêş kir û wiha got:
“Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê herî bi ewle ye.”
Endama Kongra Star a bajarê Til Birakê Sumeye Setûf jî bang kir ku weke modela çareseriyê li Sûriyê xwe bispêrin Rêveberiya Xweser.



