Parêzerê girtiyê siyasî Pexşan Ezîzî Amir Reîsiyan li ser rûpela xwe ya fermî ya malpera X’yê derbarê biryara darvekirinê ya li ser Bexşan Ezîzî de agahiyên nû belav kir.
Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê dubare darizandina Girtiya Siyasî Pexşan Ezîzî ya li girtîgeha Evînê tê girtin, red kir.
Parêzer Reîsiyan destnîşan kir ku jiyana Pexşan dibin metirsiya darvekirinê deye û got:
“Emê li ser biryara dadgehkirinê nerazîbûn nîşan bidin ji ber ku şaşe.”
Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin.
Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da.
Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.
Nerazîbûnên rêxistinên jinan û parêzvanên mafê mirovan li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, her diçe zêdetir dibe.
Lê hîna metirsiya darvekirinê li ser Girtiya Siyasî a Kurd Pexşan Ezîzî berdewame.



