Jinên Çilaxa hêrs û bertekên xwe yên li hemberî berdewamiya îşkenceya li ser Rêber Apo, astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran, anîn ziman.
Yek ji wan jinan Sara Ehmed diyar kir ku dewketa Tirk bi hewildanê aştiyê xwe dixapîne lê pergala îşkence li ser Rêbertî giran dike.
Radiya Îbrahîm El Agob jî da zanîn ku misogerkirina aştiya li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêbertî ve girêdaye û got:
“Tenê Rêbertî dikare rêvebertiya vê merheleyê bike û aştiyê li herêmê pêk bîne.”
Her wiha Etiya Hacî jî destnîşan kir ew weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîna xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî, girêdayî ne.
Di dawiyê de jina bi navê Fatma Sebrî ragihand ku Rêbertî di hewldanê xwe yên ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê de, zelal e û wiha axivî:
“Lê pergala êşkence û qirkirinê didome, divê yekser ev tişt were bidawîkirin.”



