Partiya DBP û DEM Partî ji bo nîqaşkirina peyamên Rêber Apo ev demeke ku li Bakurê Kurdistanê bi gel re civînan li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de îro jî li bajarê Riha û Çelîkê civîn hebûn.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê gotin ku nabe azadiya birêz Ocalan were taloqkirin û divê dewlet gavên şênber bavêje.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî ji bo nîqaşkirina peyamên Rêber Apo ev demeke li Bakurê Kurdistanê çalakiyên aştiya civakî û azadiyê daye destpêkirin.
Di çalakiyê de bi gel re têkîldarî çareseriyê nîqaş têne kirin û nêrînên Rêber Apo jî gel re têne şîrovekirin.
Di vê çarçoveyê de li Rihayê bi gel re civîn hat lidarxistin.
Ji bo çareseriya pirskirêkan birêz Ocalan balêdikşîne ser parlementoyê.
Mafê gelê kurd 100 sal berê li parlementoyê hate înkar kirin, ji bo ev maf bi awayekî qanûnî bê bidestxistin ji bo wê birêz Ocalan behsa parlementoyê dike.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de diyar kir ku ev pêvajoyek dîrokî ye lewma divê herkes bi taybetî jî mixalifeta li Tirkiyê bi berpirsyarî tevbigere.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya birêz Ocalan were taloqkirin
Di heman çarçoveyê de li bajarê Çewligê jî bi gel re civîn hat lidarxistin.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevlî civînê bûn.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civînê de balkişand ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got:
“Nabe ku azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd were taloqkirin.”



