Rêvberê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê agahiyeke girîng da.
Şamî got ku hêzên wan li Tişrînê komek ji endamên MIT’a Tirk girtine û dê piştre wan eşkere bikin.
Ferhad Şamî ji Kanal 8’ê re eşkere kir ku hevdemî şerê giran ê li derdora Tişrînê, hêzên wan komeke ji endamên MIT’a Tirk girtiye,
Şamî da zanîn ku di dema pêş de wan kesan eşkere bikin.
Her wekî Rêveberê Ragihandina QSD’ê got ku wan agahî bi dest xistine ku ji rojên destpêkê de tîmeke MIT’a Tirk li koşka seroktiyê ya Şamê bi cih bûne.
Şamê diyar kir ku ew tîma han fişarê li desthilata Şamê dike û hewl dide dest li her mijarê werde.



