Raportara Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan a Îranê Mai Sato dibêje ku divê bi awayeke lezgîn darvekirina Pexşan Ezîzî bê rawestandin.
Mai Sato li ser platorma X’ê ji bo Pexşan Ezîzî peyamek belav kir.
Sato darvekirina Pexşan Ezîzî weke binpêkirina qanûna mafên mirovan pênase kir û daxwaz ji desthilata Îranê kir ku cezayê darvekirinê rawestîne.
Sato anî ziman ku Pexşan Ezîzî ji ber çalakiyên xwe yên mafê mirovan ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye Parêzerê girtiya Siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan jî ragihandibû ku 8’ê Çileyê Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarvekirinê yê li Pexşan Ezîzî erê kiriye.



