Endamê Tîma Kurdistanî ya Rêxistina CPT’ya Amerîkî Kamîran Osman ragihand ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk a dagirker, 3 gundên dikevin devara Dînartê ya Dihokê ve hatin valakirin.
Kamîran Osman diyar kir ku ji ber bombebaranên dijwar ê balafirên bêmirov yên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Dînart ê, metirsiya destpêkirina operasyoneke leşkerî ye.
Kamîran Osman got:
“Welatiyên gundê Nepaxî, Bêr Kekurê û Kafya yên dikevin qontara çiyayê Garê, gundên xwe valakirin û derbasî Dînartê û Akrê bûn.”
Kamîran Osman da zanîn ku 4’ê Sibatê hêzên ewlekariyê ya Akrê, welatiyên gundan hişyar kiribûn ku di nava 3 rojan de gundên xwe vala bikin û eger gundên xwe vala nekin, ji jiyana xwe ew ê berpirs in.
Kamîran Osman destnîşan kir ku ji ber operasyon û êrişên dagirkeriya Tirkiyê ya li başûrê Kurdistanê heta niha 183 gund hatine valakirin, 602 din jî xeterî li ser heye bên valakirin.



