Li Fransayê Meşa dirêj ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” di roja 18’an gihişt bajarê Amiensê yê Fransayê.
Çalakvanên meşê ji aliyê gelên Amiensê ve hate pêşwazîkirin, li wir çalakî veguherî meşekî girseyî.
Di tevahiya meşê de, gel û derdor hate agahdar kirin.
Piştî meşê li qada Maison veguherî mîtîngê, beşdaran daxuyaniyek dan û gotin:
“Em di wê baweriyê de ne ku wê 15’ê Sibata îsal li Strasbourgê bibe destpêka rojên ronî.”
Beşdaran got, Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bên ba hev.



