Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî îro bi Tirkmen û Şebekên Deşta Mûsilê re civiyan û li ser têkiliyên di navbera gelan de nîqaş kirin.
Şandeya ku ji Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo, endama dîplomasiya MXDŞ’ê Xezal Reşo û endama têkiliyên derve ya TAJÊ Suham Şengalî pêk dihat, bi Tirkmenan re civiyan.
Civîna ku li navenda Tirkmenan pêk hat, li ser rewşa pêkhateyên heremê, Rojhilata Navîn û Iraqê bû.
Hat diyarkirin ku şande bi heman awayî bi aliyê Şebekan re jî civiyaye.
Di civînê de piranî li ser rewşa pêkhateyan û têkiliyên di navbera wan de nîqaş hatin kirin.
Hat zanîn ku wê di rojên pêş de li ser heman mijarê û nasandina Rêveberiya Xweser a Şengalê rêzecivîn bên lidarxistin.



