Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de dest pê kir, di roja xwe ya 19’emîn de li bajarê Chauny yê Fransayê berdewam dike.
Meş li pêşiya Şaredariya Çaunyê bi tevlîbûna malbatên Kurdistaniyan bi tevî zarokên xwe bi coşeke mezin dewam kir.
Çalakvanan bi bîr xistin ku Çalakiya Meşa Dirêj wê heta 15’ê Sibatê dewam bike û banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin.
Çalakvanan wiha bang li Kurdistaniyan kirin, “Werin em bi hev re li Strasbourgê 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.”
Roja 20’emîn a çalakiyê wê li bajarê Reîms yê Fransayê dewam bike.



