Dezgeha Ragihandinê ya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro danê sibê dest bi vekişîna ji devera “Netzarîm” a li Xezayê kiriye.
Artêşa Îsraîlê di çarçoveya pêkanîna rêkeftina agirbestê ya bi Hemasê re, biryar da yekîneyên artêşê ku devera “Netzarim” ya li Xezayê bi temamî vala bikin.
Medya Îsraîlî dîmen belav kirin tê de efserekî artêşa Îsraîlî ji leşkerên xwe dixwaze ku bi awayekî domdar ji devera “Netzarim” ku bakurê Xezayê ji başûrê wê vediqetîne, vekişin.
Rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî ragihand ku cihên ku dê li devera Netzarimê bên valakirin li rojhilatê devera Selahedîn in.
Li gorî rêkeftinê, di roja 21’emîn a agirbestê de, Îsraîl wê ji tevahiya deverê vekişe û tenê li herêma tampon a bi qasî kîlometreyekê li nava Xezeyê ye bimîne.



