Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Elmanyayê (KON-MED) ji bo çalakiya ku wê di 15’ê Sibatê de bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasborgê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
KON-MED’ê ragihand ku ew ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi daxwaza azadiya Rêber Apo û ji bo stratejiyeke aştiyane xebateke azad bê meşandin, çalakiyek lidar bixin û got:
Eger şert û merc bicih werin anîn, hêza me a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê bikşînin qada hiqûqî û siyasî.
Ji bo vê jî aştiyek mayînde ya li Tirkiyê girîng e.
KON-MED’ê da zanîn ku dewleta Tirk êdî nikare bi rejîma AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan dewam bike û wiha anî ziman:
Yekane hêza dikare Tirkiyê ber bi stratejiyeke aştiyane ve bibe, nexşeya rê ye ku Rêber Apo pêşkêş kiriye.
KON-MED’ê di dawiyê de bang li hemû meclîs, rêveberiyên federasyonê, tevgerên ciwanan û pêkhateyên wê kir ku bi awayekî rêxistinkirî û xurt beşdarî çalakiya ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê were lidarxistin bibin.



