Arêtşa Îsraîlê careke din dest bi êrişên xwe yên li dijî depoyên çekan yên li Sûriyê kir.
Îsraîlê êrişî depêyên çekan yên li Dera û Şamê kirin.
Di encamê de welatiyek hate kuştin û yek jî briîndar bûn.
Her wiha li parzgeha Quneytira û jî Îsraîliyan ketin hin herêmên nû.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku vê sibê balafirên bê mirov ên bi çek ên Îsraîlê li bakurê Derayê ya Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin.
Li herêma navborî Îsraîlê depoyên çekan yên li Lîwa 15 yê li rojhilatê bajarê Enxel bombebaran kirin.
Şevê din jî êrişên Îsrîalê li dijî gundewarê Şamê hebûn.
Artêşa Îsraîlê li Şamê êrişî herêmê Dêr Elî kir
Çavdêriya Sûriyê ragihand ku balafirên Îsraîlê herêmê avahiyê Dêr Elî a li gundewarê Şamê bombebaran kir.
Li wê derê, erebên leşkerî, têketina avahiyan û nexweşxaneya leşkerî bûn armanca êrişê.
SOHR: Di êrişa Îsraîlê de welatiyek hate kuştin û yek jî birîndar
Çavdêriyê da zanîn ku di encamê de welatiyek hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Her wiha herêma hate bombebarankirin bi temamî hate rûxandin.
Li gorî daneyên Çavdêriya Sûriyê artêşa Îsraîlê ji serê salê û vir ve 8 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.
Di van êrişan de derdora 5 kesan hate kuştin.
Artêşa Îsraîlê êrişa li Dêr Elî li xwe girt
Artêşa Îsraîlê li ser van êrişa daxuyaniyek da.
Îsraîlê da diyar kir ku agahî ji wan re hatine li herêma Dêr Elî depoyên çekan yên Hizbullahê hene.
Îsraîlê destnîşan kir ku hêzên wan esmanî êrişî wê devrê kir.
Li Derayê Îsraîlê rêyek leşkerî ava kir
Artêaş Îsraîlê li Sûriyê hebûna xwe bi hêztir dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li eniyên şer yên li Colanê û heta ber bi bargeha El-Cezîra li herêma Hezir Yermûk riyek leşkerî ava kir.
Li Quneytirayê Îsraîlê cebelxaneya rêjîma Beis teqandin
Îsraîlê li parêzgeha Quneytirayê jî hin derverên din xistin bi kontrola xwe.
Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku hêzên Îsraîlê vê sibê ketin derdora gundê Eyn Nûriyê yê li gundewarê parêzgehê.
Li aliyekî din yê parêzgehê piştî çend seatan artêşa Îsraîlê ketin gundê Til El-Şehwa.
Îsraîliyan li her du derveran jî çek û cebelxaneya rêjîma beis teqandin.



