Li Mêrsînê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hat lidarxistin.
Hezaran kesî bi yek dengî banga azadiya Rêber Apo kirin.
Duh li Amedê, îro jî li Mêrsînê gel ji bo azadî û mafê xwe li qadê bûn.
Bi pişgirtiya DBP û DEM Partiyê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ hat lidarxistin.
Ji bajarên Edene, Osmaniye û Hatayê jî gelek kes tevlî mitîngê bûn.
Gel di Mîtîngê de daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Di mitîngê de girseyê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di mîtîngê de axivîn.
Hevserokan banga li desthilta AKP’ê kirin ku ji bo aştiyê gavên şênber biavêje.
Her wiha êrişên li dijî Rojava jî bidawî bike.



