Heyva Sor a Kurd nûçeyên derbarê girtina navêndên xwe derewand.
Heyva Sor debarê mijarê daxuyanî da û got:
“Li ser hin platformên medyaya dicîtal derbarê çalakî û biryarên rêxistina me ya rawestandina xebatkarên me de, nûçeyên nerast belav bûne.
Saziya USAID’ê ragihand derveyî xebatên ‘rizgarkirina jiyanî û tenduristî’ wê 90 rojî xebatên xwe yên piştgiriya mirovî li Sûriyê rawestînin.
Heyva Sor diyar kir ku ji ber xebatên wan bi USAID’ê di çarçoveya pêwistiyên tenduristî û jiyanî de ye, bivê biryarê bandor nebûne û tedbîrên pêwist girtine.
Heyva Sor da zanîn ku wek xebatên mîna piştgiriya Derûnî û parastin ne-girêdayî USAID’ê ye, ev xebat di çarçoveya sandoqa alîkariya civakî te tên meşandin û got:
“Em ê di hin diravên vê alîkariyê de, biçin kêmkirinan û ji nû ve ber çavan re derbas bikin. Tenê gûhertin ev e.
Lê weke nûçeyên nerast dibêjin emê navendên xwe yanjî xalên tenduristî bigrin nerastin.



