Li Tertûsê karmend li dijî biryarên rêveberiya HTŞ’ê daketin qadan.
Li Şamê jî çalakvanan banga lidarxistina kongreya Niştîmanî a berfireh kirin.
Rêveberiya HTŞ’ê gelek karmend ji saziyên wan qutkirin û hîn jî fonê wan belav nekirine.
Li Tertûsê karmend li dijî vê yekê daketin qadan.
Beşdaran bang li rêveberiya HTŞ’ê kirin ku ji biryara xwe vegerin û rewşa aboriyê ber çava derbas bikin.
Her wiha banga belavkirina fonan jî kirin.
Lê li vir alîgirên HTŞ’ê êrişî sivîlan kirin û pevçûn derketin.
Paşê alîgirên HTŞ’ê bi darê zorê ew çalaker belav kirin.
Li paytexta Sûriyê jî çalakvan li qada El-Hecaz mêtingek li dar xistin.
Çalakvanan banga lidarxistina kongreya Niştîmanî a berfireh kirin.
Her wiha heman buyara ku li Tertûsê rû da li vê mêtingê rû da.
Li wê qadê dinavbera çalakvanan û alîgirên HTŞ’ê acizî derket.



