Li hin gundewarê bajarê Efrîna dagirkirî di navbera endamên Desthilata Şamê û çeteyên “Emşat” de pevçûn derket.
Pevçûn jî li ser paşxaneya tiştên hatine dizîn.
Li gorî agahiyên çavkaniyan ji ajansa me re parve kirine:
Endamên Desthilata Şamê ya nû ketin gundê Aqîbê û Soxanekê yên bajarokê Şêrawayê yê Efrîna dagirkirî.
Çavkaniyan diyar kir ku endamên Desthilata Şamê ya nû darên ku çeteyên Emşat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker qut kirine desteser kirin.
Ew dar ên welatiyên gundên Aqîbê û Soxanekê ne.
Ji ber wê di navbera her du aliyan de pevçûn derket, di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn, lê hejmar nehat zanîn.
Çeteyên Emşat ên girêdayî artêşa Tirk beriya çend rojan jenetorên kehrebê û kabloyên telefonên erdê yên gundê Soxanekê dizîbûn.
Li welatiyekî heman gundî ferz kiribû ku 120 milyon lîreya Sûriyeyê bide.



