Balafirên şer ên Îsraîlê êrişî balafirgeha Xelxele ya leşkerî ya li Siweydayê ku dikeve başûrê Sûriyê kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) derbarê mijarê de ragihand:
“Di çarçoveya tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li hundirê axa Sûriyeyê de, Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê bajarê Quneyterayê bûn.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê anî ziman ku hêzên Îsraîlê derbasî gundekî li rojavayê Derayê jî bûn.
Der barê vê yekê de aliyên Îsraîlê heya niha tu daxuyaniyek nedane.



