Ji bo darizanidn sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Brukselê dadgeha gelan a Rojava pêk hat.
Di vê çarçoveyê de Parezer Medya Abdî anî ziman ku divê qada navneteweyî li hember kuştina jinan bê deng nemîne.
Dadgeha Gelan a Rojava di 5-6’ê Sibatê li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat.
Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koma parêzeran a ku sûcên dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve hat lidarxistin.
Têkildarî mijarê, Parezer û komîteya amadekar a dadgehê Medya Abdî axivî û got:
“Mijarên esasî yên ku hatin nîqaşkirin, mijara kuştina jinan,koçberî, êrişên li ser cihên olî, navendên tenduristiyê û cihên dîrokî bûn.
Dayika Hevrîn Xelef û xwişka Zeyneb Sarûxan jî behsa hedefgirtina wan kirin.”
Medya Abdî diyar kir ku divê hêzên navnetewî li hemberî kuştina jinan bê deng nemînin.



