Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bêy ku guh bide qanûnên navdewletî raste rast rojnamevanan dike armanc.
ji sala 2019’an ve 21 rojnamevan ji aliyê dawleta Tirk ve hatine armancgirtin û şehîd bûne.
Dewleta Tirk ji sala 2019’an ve bi rêya balafirên bê mirov û hinek car jî bi bombebaranê êrişek berfireh li ser kedkarên çapemeniya azad daye destpêkirin.
Di encama van êrişan de 21 rojnamevan şehîd û gelek birîndar bûne.
Ji 2019’an ta niha êrişên li ser rojnamevanên çapemeniya azad
1-Di 11’ê Cotmeha 2019’an de rojnamevan Wedat Erdemçî li Serêkaniyê di encama êrişek asîmanî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
2-Roja 13’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di encama bombebarana artêşa Tirk de Nûçegihanê ANHA’yê Seîd Ehmed û Nûçegihanê Çira TV Mihemed Hisên Reşo şehîd bûn.
3-Roja 13’ê Cotmeha 2019’an li Girê Spî wesayîta ku Rojnamevan Dilovan Gever tê de bû ji aliyê balafirek bê mirov ve hat bombebarankirin.
Di encama êrişê de Dilovan Gever şehîd bû.
4-Di 2019’an de endamê çapxaneya Free Bore Meringer Zizis Sinke, di bombebarana li Til Temirê de şehîd bû.
5-Di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevan Nagîhan Akarsel, di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê hat şehîdxistin.
6-Di 19’ê Mijdara 2022’yan de li bajarê Dêrik yê Rojavayê Kurdistanê Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bû.
7-Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de wesayîta JIN TV li ser rêya Qamişlo-Amudê hat bombebarankirin.
Di encama êrişê de Karmende kanala JIN TV Necmedîn Feysel Elhec Sînan şehîd bû.
8-Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Tîrmeha 2024’an de êrişeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê nûçe dişopandin kir.
Di encama topbaranê de 3 rojnamevan û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn.
Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11’ê Tîrmeha 2024’an şehîd bû.
9-Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Tebaxa 2024’an de wesayîta rojnamevanan li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir.
Di êrişê de Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
10-Di 16’ê Kanûna 2024’an de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê wesayîta ku Nûçegihana ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan tê de bûn, ji aliyê balafirek bê mirov ya dewleta Tirk ve hat hedefgirtin û her du rojnamevan şehîd bûn.
11-Di 27’ê Çileya 2025’an de balafirek bê mirov û biçek ya dewleta Tirk Ranyayê wesayîtek bombebaran kir.
Di encama êrişê de Rojnamevan Azîz Koyluoglu şehîd bû.
12-Dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike daku bi hevkariya xiyanetkarên navxwe komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bike.



