Cotkarên sebzeyan Yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên demsala nû ya çandiniyê dikin. Cotkar ji bo hilberîna sebzeyên pêşwext ji niha de tov diçînin.
Çandiniya sebze li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî genim û pembû yek ji çandiniyên stratejîk e û beşeke girîng a pêdiviyên herêmê peyda dike.
Bi hatina meha Sibatê re, cotkar ji bo çandina hin cureyên sebzeyên pêşwext dest bi amadekirina zeviyên çandiniyê dikin.
Kantonên Reqa, Dêre Zor û bajarên Dêrikê, Amûdê û Tirbespiyê bi çandiniya cureyên sebzeyan navdar in.
Rêveberiya Çandiniyê plansaziya çandiniyê ji bo her cureyekê wiha destnîşan kir:
Genim (%60), ceh (%5), baqil, berhemên derman û biharat (%15), sebzeyên zivistanê ji bo deverên avî (%2) sebzeyên havînê (3%), û pembû (%15).
Li gundê Til Şiîr ê li gundewarê bajarê Tirbespiyê cotkar Ebdulsetar Silêman amadekirina tovên sebzeyên ku dê biçînin dike û dibêje:
Ez bacan, xiyar, bacanê reş û îsotan diçînim.
Sebzeyên pêşwext dibin sedema kêmkirina buhayê sebzeyan li bazara xwecihî.



