QSD’ê ragihand ku li başûrê Hesekê di çalakiyekê de 2 çete hatine kuştin û 5 çete jî hatine girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek weşand.Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Komandos ên QSD’ê duh li bajarê Mergeda yê başûrê Hesekê çalakiyeke bibandor li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li dar xistiye.
Li gorî daxuyaniyê, çalakî bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî komkirina agahiyên têkildarî tevgerên şaneyan û cihê xwe tê de vedişart, hat kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me bi ser cihê şaneyê de girt û cih dorpêç kir. Terorîstên şaneyê gule li hêzên me reşandin. Hêzên me jî neçar man bersiva gulebaranê bidin û şer derket.
Di encama şer de terorîstek hat kuştin û yekî din ku mayin li xwe pêçandibû, xwe teqand.
Çalakî bi serketî encam da û tu zerar li nêzên me nebû. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin û 5 terorîstên din ên endamên şaneyê hatin girtin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên operasyonê miqdarek çek û alavên leşkerî yên bi şaneyê re desteser kirin.
Çek û alavên hatine desteserkirin ev in: 6 kalaşnîkov û 413 gule û 23 cercûrên wan, 7 bombeyên destan, 5 rext û 5 bêtêl.



