Beriya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst li Ewropayê meşek lidarxistin.
Meşa ku ji bajarê Heilbronnê dest pê kir, wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bi dawî bibe.
Meşê bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ ji bajarê Heilbronn ê Almanyayê destpê kir.
Ev meş wê heta bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike.
Roja yekem wê ji Heilbronn heta Ludwigsburg’ê 16 kîlometre meş bê lidarxistin.
Di tevahiya meşê de wê li bajarên cur be cur, semîner, merasîmên bîranînê û bernameyên nîqaşê bên lidarxistin.
Di 15’ê Sibatê de jî çalakvanê wê bighên Strasbourgê û li wir bang li saziyên Ewropayê bikin û bal bikişînin ser daxwazên gelê Kurd.



