Artêşa Îsraîlê van rojan êrişên xwe li dijî Sûiryê dijwartir kirine.
Îsraîlê li Şamê û Siwêdayê êrişî 2 deveran kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer yên Îsraîlê deverek li nêzî Qeled El-Sebi li gundewarê Şamê bombebaran kir.
Beriya wê êrişê jî balafirên şer yên Îsraîlê balafirgeha Xelxel a leşkerî li Siwêdayê bombebaran kir.
Îsraîlê diyar kir ku wan êriş tunelek Hizbullahê dinavbera Sûrî û Lubnanê de kirine.
Artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku hizbullah ew tunel ji bo veguheztina çekan bi kar tanî.



