Di navbera 2 komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî yê dagirkirî de pevçûnên dijwar rû dan.
Li gorî çavkaniyekî xwecihî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, di navbera çeteyên bi navê “Cebhet El Şamiyê” û çeteyên “Polîsên Leşkerî” de pevçûnên dijwar derketin. Çeteyan çekên sivik û navîn bi kar anîn.
Heman çavkanî got hin welatî ji cihê pevçûnan koçber bûn.
Der barê sedemên pevçûnan û zirarên çêbûne de, çavkanî tu agahî bi dest nexistin.


