Serokê Emerîkayê Trump gefek mezin li Hamasê xwar û got: “Eger heta roja şemiyê dîlên li Xezeyê neyên berdan divê agirbest betal bibe û bila qiyamet rabe.”
Serokê Emerîkayê Donald Trump di merasima îmzayê ya li Qesra Spî de behsa rewşa li Xezeyê kir.
Trump di nirxandinên xwe de bal kişand ser agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê û dîlên li Xezayê û wiha got:
“Eger heta roja şemiyê hemû dîlên li Xezeyê neyên berdan, divê agirbest were betalkirin û bila qiyamet rabe.”
Hêjayî gotinê ye ku peymana agirbesta ji bo Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de di 19’ê Çileyê de hatibû îmzekirin.



