Îro salvegera yekemîn ya şehadeta Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik e. Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Sorxwîn û Azadî bibîr anî û got: Xwedîderketina li nirx, têkoşîn û berxwedana hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stûyê me ye.
Em ê tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û baweriyan ava bikin.
Têkoşer Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik 11’ê Sibata 2024’an di êrîşa dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî navenda Federasyona Gaziyan a li Qamişloyê şehîd bûn.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê salvegera şehadeta wan daxuyaniyek weşand.
“Heval Sorxwîn û Azadî ruh û vîna her kêlî û pêvajoyan bûn”
Federasyonê li ser têkoşîna şehîd Sorxwîn û Azadî wiha got:
Hevrê Sorxwîn û Azadî bûn xwedawendên hemdem ên ji bo jiyana li ser esasê paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê.
Her kêliya Sorxwîn û Azadî bi şer, têkoşîn û berxwedan bû. Zanîbûn jiyaneke pîroz di nav rewşên herî awarte de bijîn.
Ruh û vîna her kêlî û pêvajoyan bûn. Ji ber ji dijmin re tirsa herî mezin bûn hatin hedefgirtin.
“Xwedîderketina li nirx û têkoşîna hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stuyê me ye”
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza pêkanîna armancên şehîdan dûbare kir û got:
Meşa me ya şoreşgerî ya ji aliyê Sorxwînan û Azadiyan rohnî dibe û bi tevlîbûna bi hezaran hevrêyan bênavber didome, wê bi serketinê tacîdar bibe.
Xwedîderketina li nirx, têkoşîn û berxwedana hevrê Sorxwîn û Azadî deynê stûyê me ye.
Bi îrade, wêrekî û ruhê Azadî û Sorxwîn pêşxistina berxwedanê, rûmet û kerameteke herî pîroz e.
Em soz didin tola wan rakin, welatekî azad ê tevahî gel û bawerî di nav de bi xwişk û biratî bijîn ava bikin.”



