Piştî gefên Îranê, Pentagon 3 hezar leşker dişîne Rojhilata Navîn

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê a girêdayî Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, wezareta Parastinê ya Emerîkayê raighand ku ew ê 3 hezar leşkerên din ên Emerîkî bişînin Rojhilata Navîn.

Ajansa Rutersê ragihandin ku Hin berpirsên Emerîkî diyar kirine ku wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon li dijî gefên li hemberî Emerîkayê wê 3 hezar leşkerên din ên Emerîkî bişînin Rojhilata Navîn.

Li gorî berpirsên ku navên xwe eşker nekirinê, wê evleşkerên bên şandin tevlî 750 leşkerên din ên ku vê hefteyê bo Kiwêtê hatibûn şandin, bibin.

Di vê hefteyê de hin berpirsên Emerîkî ji ajansa navborî re eşkere kiribûn ku wê bi hezaran leşkerên din ên Emerîkî bo Rojhilata navîn bên şandin.

berpirsan tekez kiribûn ku leşkerên hatine şandin ji bo belavbûnê, amade ne.

Leave a Reply

Back to top button