Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo ku bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne, derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.
Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinan pêk bîne çû Herêma Federal a Kurdistanê.
Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.
Şande li Deriyê Sînor ya Xabûrê li mêvanxaneya protokolê hatin pêşwazîkirin. Şandeyê piştre berê xwe da Hewlêrê.
Bernameya şandeyê
Şande dê sibê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk bîne.
Di hevdîtinê de dê têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê agahî bên parvekirin, têkildarî pêvajoyê fikir û pêşniyar bên wergirtin. Her wiha tê payîn ku piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn.
Şande dê piştre berê xwe bide Silêmaniyê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne.



