Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê şehîd Kerem El Hemed a ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, di çilrojiya wê de bi bîr anî û soza şopandina rêça wê da.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li hola Mişwar a Reqayê, ji bo şehîd Kerem El Hemed merasîma çilrojiyê organîze kir.
Kerem El Hemed di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a 10’ê Çileyê de ya li dijî karwana gel ku berê xwe dida Bendava Tişrînê, şehîd bûbû.
Di çalakiya bîranînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqa, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantonên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û meclisa leşkerî beşdar bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê li ser jiyana şehîd Kerem El Hemed sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Reqa Meşleb El Tirkan axivî û got: “Bendava Tişrînê bûye bendava berxwedanê.
Ji lew re em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên li Sûriyê dikin ku em di diyaloga nîştimanî ya avakirina Sûriyeya demokratîk, azad û nenavendî de bibin hevkar.”
El Tirkan wiha domand: “Belê, gelek astengî li ser asta aborî, xizmetguzarî û ewlehî hene, lê bi vîna gelan û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dikarin van astengiyan derbas bikin.
Fedakariyên şehîdên me badilhewa naçin.”
Her wiha birayê şehîd Kerem El Hemed, Ebdullah El Hemed jî axivî û got: “Kerem di dema parastina xak û rûmetê xwe di berxwedana Bendava tişrînê de şehîd bû û ji mirinê neditirsî.
Mirin bi lehengî û baweriyekê pêşawaz kir. Bawer bû ku şehadet rêya ber bi nimirbûnê ve ye.”
Koordînasyona Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newroz Muslim jî got: “Em îro lehenga xwe Kerem El Ehmed, jina ciwan ku di oxira parastina xakê de canê xwe daye, bi bîr tînin.”
Çalakî bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser berxwedana jinan a li bendava Tişrînê ji hêla koma Zenûbiya ya Hîlala Zêrîn ve, bi dawî bû.



