Berî ragihandina agirbestê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna 3 gerîlayên ku di rojên borî de li gundê Guherzê şehîd bûn, li dagirkeran dan.
HPG’ê got wan li navçeya Amediyê Navenda MÎT’a Tirk kirine hedef.
Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn.
Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker di nava 5 rojên borî de qadên gerîla 50 carî bi balafiran bombebaran kir.
HPG’ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên ku di rojên borî de li gundê Guherzê şehîd bûn, li navçeya Amediyê li Navenda MÎT’ê da.
Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn.
HPG: Dagirkerek hate cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn
HPG’ê eşkere kir ku ev çalakî 27 sibatê bi rêya dronên kamîkaze pêk hatiye.
Li wir, li çeper û konekî ku endamên MÎT’ê têde bûn hate xistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; dagirkerek hate cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn.”
HPG’ê got ev çalakî ji bo tolhildana 3 gerîlayên şehîd yên li Guherzê hate lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, gerîla di 25 û 27’ê mehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê jî li dagirkeran dan.
Di çalakiya bi taktîka sekvaniyê de kamereyeke mobesse hate bêkêrkirin.
Her wiha li herêma Metîna jî gerîla 3 caran li dagirkeran dan.
Li wir jî piştî destwerdana gerîla 2 caran liv û tevgera dagirkeran hate sekinandin.
Qadên gerîla 50 carî hate bombebarankirin
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 25’ê Sibatê tunelên li girê Amediyê carekê bi dronan bombebaran kir.
Her wiha qadên gerîla 40 caran bi balafirên şer û 9 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.



