Şervanên QSD’ê Cîger Kobanê, Xebat Kobanê û Bahoz Kobanê yên ku 26’ê Sibatê li devera Riwêşid a Şedadê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi merasîmekê hatin oxirkirin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Cîger Kobanê (Cîgerxwîn Daban), Xebat Kobanê (Xebat El Remo) û şervanê Hêzên Komandos Bahoz Kobanê (Cemal Şahîn) ên ku d26`ê Sibatê di êrişa dewleta Tirk a li dijî nuqteya wan a li devera Riwêşid a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de şehîd bibûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hatin oxirkirin.
Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêbeveberiya Xweser, çalakgerên ji Bendava Tişrînê vegeriyan beşdarî merasîmê bûn.
Di mersaîmê de piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kongra Star Letfiyê Silêman axivî.
Letfiyê sersaxî ji malbata şehîdan xweset bi van gotinan soza şopandina rêya şehîdan da “Şehîd ew in mafên me parastine. Divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarê rêya wan bin.”
Endamê rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mihemed Oso diyar kir ku şervanên wan ji bo parastina axa xwe çek hilgirtin û wiha got: “Çeka me parastina me ye.
Em ne aşiqê çekê ne, tenê ji bo ku em ax û gelê xwe biparêzin me çekê hildigrin.
Em ê çeka xwe hilgirin heta ku em bihihêjin azadiya xwe. Em ê heya dawiyê gelê xwe û axa xwe biparêzin.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Fehan Hec Îsa jî bendava Tişrînê vegeriya û beşdarî merasîmê bûye axivî. Hec Îsa sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û şehîd bi bîr anîn.
Ferhan anî ziman ku gelê Kobanê yê berxwedêr mohra xwe li dîrokê xistiye û ev tişt anî ziman: “Di 2014`an de gelê Kobanê bi hemû hêza xwe çeteyên herî qirêj tune kirin.
Îro jî bi heman rihî li Bendava Tişrînê li ber xwe dide. ”
Birayê Şehîd Bahoz Kobanê, Zagros Şahîn anî ziman ku ew ê şopdarên şehîdên xwe bin û bi şehîddên xwe serbilind bin.
Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwentin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi tiliyên azadiyê û dirûşma “Şehîd Namirin” spartin axê.



