PYD’ê ji bo ravekirina banga Rêber Abdullah Ocalan 2 civînên girseyî li bajarên Til Hemîs û Girkê li dar xistin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Navenda Çandê ya bajarê Til Hemîsê civînek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û ruspiyên êlên Ereban ên bajêr û gundewarên wê beşdarî civînê bûn.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre ji rêveberên Kongra Star a Qamişloyê Sûzan Ehmed têkildarî naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan axivî.
Sûzan Ehmed diyar kir ku îro taybetiyên Rojhilata Navîn ên nû ji aliyê hikumetên kapîtalîst ve tên xêzkirin û wiha got: “Divê em bi zimanê siyaset û aştiyê bi cîhanê re biaxivin.”
Beşdarên civînê tekez kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan peyameke dîrokî ye û dê bandorê li hemû gelên herêmê bike.
Civîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Li bajarê Girkê Legê jî PYD`ê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê civîneke berfireh li dar xist.
Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundewarên wan û endamên saziyên sivîl tev li civînê bûn.
Di civînê de hevserokên Meclisa Bajarê Girkê Legê Atif Sebrî û Nisrîn Zahir banga Rêber Abdullah Ocalan bi kurdî û erebî xwend.
Piştre ji rêveberên PYD`ê Rojhat Elî axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de rewşa heyî bi awayekî rast û kûr nirxand. Rêber daxwaza aştî, demokrasî û çareseriyeke siyasî dike, bi taybetî di vê qonaxa nû û hestiyar de.”
Civîn bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



