Nûnerê navneteweyê yê taybet ji bo Sûriyeyê der barê tundiya li perava Sûriyê de metirsiyên xwe anîn ziman û got:
“Divê lêpirsînên zelal li ser kiryarê tundiyê yên mezhebî ku li peravê diqewimin werin kirin.”
Her wekî peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de pêşwaz kir.
Gier Pedersen di axaftina xwe ya li rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Navnetewyî ya ji bo Sûriyê de got ku piştî hilweşîna rejîma Esed hîn jî zehmetî û tirs li pêşiya gelê Sûriyê hene.
Pedersen anî ziman ku Sûriyê li pêşberî du rêyan e; yek ji wan rêyan wê Sûriyê ber bi tundiyê û bêîstîqrariyê ve bibe û ya din jî dikare pêk were,
Ew rê jî veguhastina siyasî ya giştî ye û tê de gelê Sûriyê serweriya xwe vedigerîne û ev alozî derbas dibin, aborî geş dibe û îstîqrar li herêmê pêk tê.
Pedersen destnîşan kir ku pêwist e lêpirsîneke berfireh der barê bûyerên li peravê de were destpêkirin nexasim ku komkujî û pevçûnên dijwar li wir qewimîn.
Pedersen peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de pêşwaz kir û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide vê peymanê.



