Şandeyek ji Partiya DBP’ê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hin rêze hevdîtinan çû Herêma Başûrê Kurdistanê.
Şandeyê serdana PYD’ê kir û bal kişandin ser rola partiyên Başûr ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê.
Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Amîra Îdarî ya Meclîsê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jin Azad Adalet Fîdan cih digirin.
Di çarçoveya hevdîtinan de li Silêmaniyê bi Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya.
Şande ji aliyê Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Cawîdan Kemal Hesen û Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Bêrîvan Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.
Hate ragihandin di civînê de li ser peyama Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” nîqaş hatiye kirin.
Her wiha îşaret bi rola aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê hatiye kirin.
Tê payîn ku şandeya DEM Partî û DBP’ê li Silêmaniyeyê bi gelek partî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan bike.



