Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid derbarê komkujiya Berxbotanê ya Kobanê axivî û got:
“Rêveberiya Xweser dê belgeyên têkildarî komkujiya Kobanê radestî NY’yê bike.”
Hemdan El Ebid destnîşan kir ku komkujiya li Kobanê yek ji wan sûcên şer e ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û got:
“Ev sûc berdewama siyasetên dijminatî yên dewleta Tirk û redkirina aştî û ewlehiyê ye.”
El Ebid eşkere kir ku piştî komkujiyê, Rêveberiya Xweser dest bi avêtina gavan kir û ev agahî dan:
“Rêveberiya Xweser komîteyek ava kir da ku delîlan kom bike û li şahidên xwecih guhdarî bike.
Armanc ji van gavan ew e ku binpêkirin werin belgekirin û radestî NY û komîteyên mafên mirovan bên kirin.”
Hemdan El Ebid bang li civata navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan destwerdanê bikin.
Her wiha bang li NYû rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku sûcên xwe yên domdar rawestîne.
Di dawiyê de Hemdan El Ebid got, bêdengiya civata navneteweyî dewleta Tirk teşwîq dike ku sûcên zêdetir pêk bîne.



