Tevgera Azadiya Kurdistanê, hêzên kurdistanî û demokratîk piştgirî dan banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk.
Dewleta Tirk jî heya niha bersiva vê bangê nedaye û êrişên xwe didomîne.
Şêniyên Til Temirê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye.
Şêniya bi navê Senaa El Ebûd diyar kir ku Rêber Apo nehêjayî girtin û îşkenceyê ye ji ber ku wî jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê veqetandiye û got:
Desthilata Tirk îdiaya aştiyê dike, ev îdiayên wê ne rast in.
Dewleta Tirk nehişt şandeya DEM Partiyê beriya Newrozê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike da ku peyama wî negihêje gelên herêmê.
Her wiha şêniyê bi navê Ridwan El Xelef jî destnîşan kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştî çênebe û dibêje:
“Mayîna Rêbertî li girtîgehê tê wateya berdewama şer û tevliheviyê.”
Jina bi navê Terfa Îbrahîm jî got:
Armanc ji qedexeya dîtina Rêber Apo ew e ku gelê Kurd di bin zextê de bimîne û berdewma serweriya Tirkiye li ser doza Kurd e.



