Di Parlamentoya Îngilistanê de azadiya Rêber Apo hate xwestin.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMB’ê Gary Smith diyar kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bidomînin.
Li avahiya Parlamentoyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Resepsiyon ji aliyê Kurdish Progress ve ya ku navenda wê London e, pêk hat.
Komîsyona Têkîliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd, Nûneriya Îngilistan a MSD’ê, zêdeyî 80 parlamenterên Partiya Karker, nûnerên civakê, aktîvîst û akademîsyen beşdarî resepsiyonê bûn.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya GMB’ê Gary Smith di resepsiyonê de axivî û got:
Em ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bidomînin.
Ji Sekreteriya Giştî ya sendîkaya ASLEF’ê Mick Whelan jî diyar kir ku ew bi zanebûna ‘gelê Kurd xwedî wê mafê ye ku qedera xwe diyar bike’ derketin û piştevaniya xwe ji bo wan didomînin.
Parlamentera jin ya Kurd-Elewî ya Îngilistanê û Wezîra Teknolojiyê Feryal Clark MP jî peyamên piştevaniyê ragihandin.
Nûneriya Meclîsa Sûriya Demokratîk jî bang kir ku li qadên siyasî û parlamenteran mijara Rojava û Sûriyê di rojevê de bên girtin.
Resepsiyona Newrozê bi peyamên piştgiriya ji bo têkoşîna gelê Kurd û piştevaniya navneteweyî, bi dawî bû.



