Çalakiya rûniştinê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku her Çarşem, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin di meha 51’an,bi israr didome.
Beşdaran Şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîrxistin û gotin:
“Berxwedana Mazlûm Dogan û fermandar Egîd destpêkirine li çiyayan dewam dike.
Lewma gelê Kurd dest bi serdemekî nû ya berxwedan û têkoşînê kirine.”
Her wekî beşdaran bal kişandin li ser bangên dîrokî yên Rêber Apo û gotin:
“Banga Rêber Apo derfet da ku gavên dîrokî bên avêtin û erkên girîng bigrin ser xwe.
Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî li hember vê bangê bi erk û berpirsiyariya bi cih bînin.”



