Ji ber kêmbûna baranê, ziyanên giran li çandiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çê bû.
Li gorî Desteya Çandiniyê, rêjeya ziyanên li çandiniya ji sedî 90 derbas kiriye û pê re bandoreke giran li sewalkariyê bûye.
Barîna îsal kêm bû têrê nekir ku zeviyên çandiniyê têr bên avdan.
Li gorî pisporên çandiniyê, ji bo werzeke çandiniyê pêdivî bi barîna 440 mm baranê heye.
Lê heya niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê nêzî 100 mm baran bariyaye.
Cotkarê bi navê Mensûr El Ebdela yê ji bajarê Til Hemîs got:
“Baran li gorî rêjeya berê pir kêm bû, lewma ziyaneke mezin li çandiniyê bû.
Tewfîq El Meqtif yê ku sewalkariyê dike diyar kir ku têkçûna çadiniya bejî bûye sedema bilindbûna buhayên êm û kêmbûna buhayên sewalan.
Her wiha kêmbûna baranê bûye sedema derketina hin nexweşiyên sewalan.
Gerînendeyê Beşa Hilberîna Nebatan a Desteya Çandiniyê Newaf El Dendel jî destnîşan kir ku rêjeya serkeftina çandiniya bejî pir kêm e, berovajî çandiniya avî û wiha anî ziman:
“Navendên çandiniyê yên li tevahî bjarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya cotkarên zeviyên xwe av didin dike û mazotê li wan belav dike.
Li kêlek wê jî êm dide xwediyên pez.”



