Çavkaniyên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê bi balafirên bê mirov êrişeke mezin li ser bajarê Kharkiv yê Ukranyayê pêk anîn û di encamê de 9 kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin jî çêbûne.
Li gorî çavkaniyan hêzên rûsî duh derengiya şevê êrişeke mezin a bi balafirên bê mirov li ser bajarê Kharkivê (duyemîn mezintirîn bajarên Ukraynayê), pêk anîne.
Çavkaniyan diyar kirin ku di encama êrişê de 9 kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin çêbûne.
Li gorî daxuyaniya xizmeta rewşên awarte ku li ser ‘Telegram’ weşandiye, ji ber êrişan li naverasta bajar 4 şewat çêbûne û zerarên mezin li avahiyan bûne.
Şaredarê Kharkiv got:
“Bajarê ku gelek caran ji aliyê hêzên Rûsî ve tê armanckirin û bi qasî 30 kîlometran dûrî sînor e, herî kêm 12 caran hatiye bombebebarankirin.”
Li Dnipropetrovsk, parêzgarê herêmê Serhiy Lysak ragihand ku ji ber êrişekê ya bi dronan hatiye kirin, şewat derket.
Pervy TV jî ragihand nûçegihana wê ya şer Anna Prokofieva (35) dema ku peywira xwe pê dianî li herêma Belgorod a li ser sînorê Ukraynayê di encama teqîna mayînekê hat kuştin û kameravanê kanalê jî bi giranî birîndar bû.



